Holland: Bazirganiya DAIŞê ya petrolê bi paş ve çûye

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransayê tekez dike ku baziganiya DAIŞê derbarê firotana petrolê gelekî bi paş ve çûye.
Serokê Fransayê Françios Holland îro di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, “Em tekez dikin ku bazirganiya DAIŞê gelekî bi paş ve çûye, em niha jî hewl didin çavkaniyên DAIŞê bi êrîşên esmanî jinav bibin.”
Holland amaje kir ku, êrîşên wan yên esmanî bi taybet navendên perwerdekirin, cihên lojistîk û kêlgehên petrolê kirine armanc. Herwiha got jî “Divê bazirganiya DAIŞê ji petrol û entîkeyên dîrokî jî were jinavbirin.”
Holland diyar kir ku, ji piştî êrîşên Parîsê di 13 Mijdarê de, êrîşên esmanî li ser daxwaza wî hatine zêdekirin.
Holland got jî ku, êrîşên esmanî yên Fransayê û operesyonên bijayî li Iraqê bû sedema rizgarkirina navçeyên girîng ji destê DAIŞê.