Ozer Sencar: Ragihandina xweseriyê xwekujî bû

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi awayekî tund axifî û siyasetmedar jî dibêjin rewş gehiştiye asta metirsiyê.

K24 – Enqere

Li Bakurê Kurdistanê dawî li şer û pevçûnan nayê û ev yek jî metirsiyê zêdetir dike. Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi awayekî tund axifî û siyasetmedar jî dibêjin rewş gehiştiye asta metirsiyê.

Piştî bêdengiyeke dirêj Hevserokê HDPê Selahaddin Demîrtaş li Diyarbekirê axivî. Demirtaş, îdia kir ku mizgefta Kurşunlû ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin.

Hevserokê HDPê bi zimanekî giran rexne li hikûmetê girt û got li hemberî dewletên din wekî pisikan e lê xweşmêriyê li Kurdan dike û ev ne rewa ye: “Li rojnameyan binêrin, dibêjin “operasyona paqijiyê” hûn kî ne? Hûn kê, li kû paqij dikin. Hûn bi tenê dikarin kanalîzasyonên vê axê paqij bikin. Em mafdar in, em ê qezenc bikin.”

HDPê di hilbijartinên 7ê Heziranê de ji sedî 13ê dengan wergirtibûn, ev amar di hilbijartinên 1ê Mijdarê de daket ji sedî 10an. Li gor siyasetmedaran sedema ketina dengan pêvçûnên herêmê bûn, heta piştî proseyê HDP di nav aktorên siyaseta Tirkiyeyê de jî derket.

Siyasetmedar Ozer Sencar îdiayek giring jî bilêv kir. ligor Sencar di diroka Kurdan de derbeya herî mezin wê pêk bê: “PKKê ji nişka ve xweserî îlan kir, xweserî, xwekujiyek bû. Niha hûn biçin kijan welatî tiştek wiha bikin heman bersiv wê bê dayîn, divê PKKê ev yek hisab kiriba. HDPê jî ji bo pêşîgirtinê çi xebat nekir. Ev yek jî ji bo HDPê bû windabûneke berdewam. Êdî tu hêza HDPê nema.”

Gotinên parlamenterê HDPê Sırrı Süreyya Onder yên wek “li vê dewletê êdî parlamento  tune ye” nîqaşeke nû dabû destpêkirin û dihat îdiakirin ku wê HDP ji parlamenyoyê vekişe û biçe nava gel xebatên xwe bimeşîne. Demirtaş zelalî anî ser van gotinan û diyarkir ku HDPê biryareke wiha nedaye.