Ji Tirkiyê tê xwestin leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê Barack Obama ji Tirkiyeyê xwest ku leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne.
Duh şev Serokê Amerîkayê Obama bi rêya telefonê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Obama ji Erdogan daxwaza vekişandina leşkerên Tirk ku li Iraqê bicihbûne kir.
Herwiha ji Erdogan re got pirsgirêka navbera Tirkiye û Iraqê beyî ku kûrtir bibe divê ew zêdetir gavan biavêjin.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî ji Tirkiye û Iraqê re pêşniyar kir ku gotûbêjan bidomînin û pirsgirêka leşkeran di navbera xwe de çareser bikin.