Çar zêrevanên Kurd ên Serokkomarê Iraqê winda ne

Ew çar zêrevanên Kurd ên Serokkomarê Iraqê ku ji aliyê çekdarên Heşdî Şeebî ya Şîeyan ve hatibûn revandin, heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

K24 – Hewlêr

Ew çar zêrevanên Kurd ên Serokkomarê Iraqê ku ji aliyê çekdarên Heşdî Şeebî ya Şîeyan ve hatibûn revandin, heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji Bexdayê bo malpera Kurdistan24ê wiha axifî: "heta niha kes nizane ew 4 zêrevan li ku ne û çi hatiye sere wan. Herçiqas malbatên wan berdewam bi pey saloxên wan de digerin, lê heta niha ti encam ji van hewldanan derneketiye."

Li gor agahiyên heman çavkaniyê, malbatan ji bo zarokên wan bên dîtin û azadkirin gelek pere dane çend kesên Şîe, lê heta niha wan kesan pere birine û her deng ji wan dernakeve.

Ji bo wergertina zanyariyên din Kurdîstan24 bi rêya telefonê ligel fermandeyên Lîwaya Zêrevanên Serokkomar ket têkiliyê, lê belê kes amade nebû biaxife.

Zêdeyî 5 meh dibe 4 zêrevanên Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm ku Kurd e, ji aliyê gruba Esaîb El-Heq k user bi Heşdî Şeebî ye hatibûn revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.