Li Diyarbekirê leşkerekî canê xwe ji dest da

Di pevçunên li navçeya Sûr a Dîyarbekirê de îro çawişekî pispor canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Herwiha li Cizîr û Silopiyê jî pevçûn berdwam in.

K24 - Diyarbekir

Di pevçunên li navçeya Sûr a Dîyarbekirê  de îro çawişekî pispor canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Herwiha li Cizîr û Silopiyê jî pevçûn berdwam in.

Li gorî agahiyên fermî, di pevçûnên di nava bajêr de xwepêşanderan bi çeka bi navê Qenasê êrişî hêzên ewlehiyê kirine û du leşker li cihê bûyerê birîndar bûne.

Ji birîndaran yêkî li nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê canê xwe ji dest da. Birîndarê din jî li nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê tê dermankirin.

Qedexeya derketina derve û pevçûnên li navçeya Sûrê ji 2ê vê mehê ve didome. Ji ber ku berbest bêne rakirin, xendek bêne girtin hêzên ewlehiya dewletê bi tankan li dijî xwepêşanderên ku nêzîkî PKKê ne operasyon dane destpêkirin. Li navçeyê hê jî dengên çek û teqînan tê.

Ji hêla din ve li navçeyên Silopî û Cizir a Şernexê pevçûnên dijwar didomin. Li gorî daxûyaniyên hêzên leşkerê Tirkiyê di pevçûnên heta niha de 63 xwepêşanderan canê xwe ji dest dane.

Lê ji aliyê xwepêşandaran ve ev encam nehatiye piştrastkirin. Berevajî, çavkaniyên nêzîkî xwepêşanderan radigihînin ku li Cizîr û Silopiyê bi dehan leşker û polîsan canê xwe ji dest dane.