Neqişbendî: Sala 2015ê ti Kurd tevlî DAIŞê nebûne

Neqişbendî da zanîn ku ji wan 500 kesan, 260 di encama êrîşên firokeyên hevpeymanan di şerê bajarê Rûmadî û yên Pêşmergeyan de hatine kuştin, 150 kesên din jî vegeriyan e Herêma Kurdistanê, ji wan jî 90 di zindanê de ne.

K24 - Hewêr

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanî ragehand ku tenê 80 çekdarên Kurd, di nav rêzên DAIŞê de mane.

Derbarê vê mijarê de Berpirsê Ragihandinê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Merîwan Neqişbendî, ji K24ê re got: "Ji sala 2013 heta 2014ê 500 welatiyên Kurd ji Herêma Kurdistanê tevlî DAIŞê bûbûn, lê niha tenê 60-80 çekdarên Kurd di nav wê rêxistinê de mane."

Neqişbendî da zanîn ku ji wan 500 kesan, 260 di encama êrîşên firokeyên hevpeymanan di şerê bajarê Rûmadî û yên Pêşmergeyan de hatine kuştin, 150 kesên din jî vegeriyan e Herêma Kurdistanê, ji wan jî 90 di zindanê de ne.

Neqişbendî tekezî li ser kuştina 18 çekdarên Kurd di nav rêzên DAIŞê de li Parêzgeha Kerkûkê bi tohmeta peywendiyên ligel Pêşmergeyan kir û got ku di sala 2015an de, ti welatiyên Kurd ji Başûrê Kurdistanê tevlî DAIŞê nebûne.