Barzanî: DAIŞ hemû ne hêjayê tiliyeke şehîdan e

Piştî êrîşên vê dawiyê yên çekdarên DAIŞê bo ser çeperên Pêşmergeyan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serdana eniya Başîk a Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kir.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

 

Piştî êrîşên vê dawiyê yên çekdarên DAIŞê bo ser çeperên Pêşmergeyan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serdana eniya Başîk a Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kir.

Barzanî di vê serdana xwe ya meydanî de da zanîn ku DAIŞê zêdeyî mehekê ye xwe ji bo vê êrîşê amade kiribû û got: “Ligel berfirehbûna êrîşên DAIŞê, dîsan bi hîmet û qehremaniya Pêşmergeyan hatin tekbirin û ev tekbirin ji yên din gelekî mezintir bû.”

Barzanî ligel ku spasiya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kir di heman demê de sersaxî li malbat û kes û karên şehîdên vê dawiyê yên Pêşmergeyan kir û derbarê zerara ku gehiştiye DAIŞê de jî got ku heta niha zêdeyî 250 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Derheqa şehîdên Pêşmergeyan de jî Barzanî, diyar kir ku xwîna şehîdan giranbiha ye û DAIŞ hemû nehêjaya tiliyeke şehîdan. Barzanî wiha axifî: “Pîroziya Kurdistanê di wê yekê de ye ku Pêşmerge xwîna xwe ji bo wê dirjînin û xwe jê re dikin qurbanî, eger ne bi wê xwîna Pêşmergeyan buya, Kurdistan wiha serbilind û serfiraz nedibû.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, armanca serdana xwe bo çeperên Pêşmergeyên Kurdistanê eşkere kir û ragihand ku ji bo wê yekê hatiye da spasiya Pêşmergeyan bike.

Barzanî, amaje bi wê yekê de k udi hemû şerekî de derseke nû heye hem ji bo xalên lawaz di ber çav re derbas bikin û hem jî xalên lawaz ên dijmin jî bizanin.

Barzanî di dawiya axaftina xwe de behsa civîna vê dawiyê ya ligel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê kir ku tê de Ashton Carter pesnê qehremaniya Pêşmergeyan daye û got: “Xwezî hun jî di civînê de buna daku we guhê xwe bidaya pesindana Ashton Carter derbarê Pêşmergeyan de.”