Baroyên Tirkiyê ji bo Tahir Elçî li Diyarbekirê civiyan

Yekitîya Baroyên Tirkîyeyê ji bo doza kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî li Diyarbekirê ragihandin ku, eger dewlet kujerê Tahir Elçî dernexîne holê dê şik li ser dewletê be.

K24 – Diyarbekir

Yekitîya Baroyên Tirkîyeyê ji bo doza kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî li Diyarbekirê ragihandin ku, eger dewlet kujerê Tahir Elçî dernexîne holê dê şik li ser dewletê be.

Cîgirê Serokê Baroya Dîyarbekirê Ahmet Ozmen jî got; “Di ser kuştina Tahîr Elçî re 21 roj derbasbun, lê heta niha jî tu gumanbar nehatine binçavkirin.”

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi 28ê Mijdarê li naveçeya Sûra Diyarbekirê li ber minareya 4 ling piştî daxuyaniyeke çapemeniyê di encama gulereşandina polîsan û kesên nediyar de hat kuştin.

Ji bo doza Elçî ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  Serokên Baroyan beşdarî civîna li Diyarbekirê bûn. Di Civînê de parêzerê malbata Elçî Ahmet Özmen nerazîbûn nîşanî lêpirsîna doza Elçî da û got: “Tê xwestin ku kujerê Elçî bê veşartin, eger kujerê Elçî dernexînin holê, dê tawanbar dewlet be. Em nahêlin ku Tahir Elçî bibe qurbaniyê cinayeteke kiryar nediyar.”