YPG pêbendê rêkeftina ligel Odeya Fetih Helebê ye

Desteya Berevaniyê li Kantona Efrînê nûçeya rêkeftina di navbera YPG û Odeya Fetih Heleb de piştrast dike, li gor wê yekê jî riya di navbera Heleb û Efrînê de tê vekirin.

K24 – Efrîn

Desteya Berevaniyê li Kantona Efrînê nûçeya rêkeftina di navbera YPG û Odeya Fetih Heleb de piştrast dike, li gor wê yekê jî riya di navbera Heleb û Efrînê de tê vekirin.

Berdevkê Desteya Berevaniyê li Kantona Efrînê Fewzî Silêman îro ji peyamnêrê K24ê re ragehand ku, YPG û Odeya Fetih Heleb rêkeftine ku riya di nabera Heleb û Efrînê dê were vekirin.

Silêman amaje bi wê yekê kir ku, ev rêkeftin devera di bin kontrola Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam li xwe nagire.

YPGê û Odeya Fetih Heleb derbarê şerê li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê li ser rêkeftinekê îmze dikin, li gor wê rêkeftinê jî riya di navbera Şêx Meqsûd û Efrînê tê vekirin.

Her li gor rêkeftinê hemû dergehên wê taxê bi deverên din kontrola rêjîmê re bêne girtin û damezrandina komîteke hevbeş ji her du aliyan bo çavdêriyê. Herwiha rêbenda taxa Şêx Meqsûd ya bi navê “Rêbenda Sikê” tê naskirin, bi awayekî hevbeş tê birêvebirin. Herwiha avakirina komîteyek ji her du aliyan bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de.

Herwiha ji îro de ew rêkeftin dikeve ware cibicîkirinê.

Lê dorpêçkirin berdewam bû, ji ber ku Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ji aliyekî de û Ceyş Swar ya ser bi Hêza Sûryeya Demokratîk ji aliyekî din ve bi wê rêkeftin pabend nebûn.

Herwiha li gor ku peyamnêrê K24ê li ser zarê Silêman diyar kiriye ku riyek di navbera taxa Şêx Meqsûd ya Helebê û Efrînê de di rojên pêş de tê vekirin.

Ji 25 Mijdarê de şer û pevçûn li gundên Tinib, Şiwaxra, Mêremîn, Malkiyê û Aşê Fêsel yên nêzîka herêma Efrînê di navbera YPGê û Hêzên Sûriyeya Demokratî ji aliyekî ve û Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam de ji aliyekî din ve, berdewam in, herwiha bajarê Efrînê di bin dorpêçkirineke tund de ye.