Hevpeymana Îslamî ya Siudiyê PKKê dixe lîsteya terorê

Hevpeymaniya Îslamî ya li dijî terorê bi serokatiya Erebistana Siudiyê 14 grûp û rêxistinên teroristî kirine lîsteya xwe, yek ji wan rêxistinan jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Îslamî ya li dijî terorê bi serokatiya Erebistana Siudiyê 14 grûp û rêxistinên teroristî kirine lîsteya xwe, yek ji wan rêxistinan jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

Ew hevpeymanî dibêje ku, “Ew partiyeke çakdar ya Kurdî ya çep û marksîst e. armanca wê avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe ye.” Herwiha her sê Partiya Jiyana Azad li Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk li Rojavayê Kurditanê û Partiya Çareseriya Demokrat li Başûrê Kurdistanê bi ser PKKê ve dêjmêrin.

Nûnerê ragehandina PYDê li Ewropayê Jan Mîral di vê derbarê de ji K24ê re ragehand ku, “Ew ne tiştekî soprîz bû bo civaka Kurdistanê, ev çendîn car e ku PKK agirbesta yekalî radigehîne û heya niha PKKê yek çalakiyeke teroristî nekiriye.”

Mîral amaje kir, “Ji xwe ev lîste ji aliyê Tirkiyê, Qeter û Siudiyê hatiye amadekirin, ti gûman tune ye ku ew PKKê têxin lîsteya terorê ya xwe.”

Mîral amaje kir jî, “Li ser astê leşkerî YPGê niha bi awayekî fermî ligel Hevpeymaniya Navdewletî hevkariyê dike. Li astê siyasî jî hevdîtinên baş di navbera PYD û nûnerê NY Steffan De Mistura tên kirin.”