MAZLU-DERê li Diyarbekirê Tahir Elçî bibîr anî

Komeleya Mafên Mirovan û Mazlûman MAZLU-DER a Diyarbekirê, 6emin dersa mafên mirovan ji bo bîranîna Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî da.

K24 - Diyarbekir

Komeleya Mafên Mirovan û Mazlûman MAZLU-DER a Diyarbekirê, 6emin dersa mafên mirovan ji bo bîranîna Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî da. Hevjîna Tahîr Elçî û hevalên wî behsa serpêhatî û wek hûqûqnas, aktîvist û parêzvanê mafê mirovan xebatên wî kirin.

Mazlûm-Dera Diyarbekirê, dersa mafên mirovan ku her sal saz dike, îsal ji bo jiyana Tahîr Elçî veqetand. Hat ragihandin ku Tahîr Elçî, di şexsiyeta xwe de, bîrewerî û nezaket bihevre hûnandiye û bi xebatên baldar ji bo mafên mirovan û pêkhatina dadwerî rêyên nû vekiri ne.

Rêveberê Mazlûm-Derê yê Diyarbekirê Selahattîn Çoban, diyar kir ku, wan hersal ev ders bi Tahîr Elçî re didan, lê vê carê ders li ser têkoşîna wî ye û wan jî hevjîna wî Tirkan Elçî kiriye mêvan.

Tirkan Elçî jî, diyar kir ku, Tahîr Elçî, her bi zimanê dîplomasî daxwaza aştiyê dikir û balkişand ser wê yekê ku eger li vir bûya niha dê gelek gotar li ser mafên mirovan pêşkêş bikira. Tirkan Elçî got ku kujerên Elçî diyar in, lê nayên aşkere kirin. 

Serokê berê yê BAROya Diyarbekirê Mihemed Emin Aktar jî, dema behsa serpêhatiyên xwe yên bi Tahîr Elçî re kir hêstewar bû û daxwaz kir ku kuştin û mirin êdî li Kurdistan rawestin. Hêjmareke xwendekarên hûqûqnasî jî beşdarî dersê bûn û di dawiya dersê de slaytek li ser Tahîr Elçî hat pêşkêş kirin.