PYD ji biryara Neteweyên Yekbûyî nerazî ye

Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara proseya aştiyê li Sûriyê bi tevahiya dengan pesend kiribû.

K24 - Qamişlo

Rawêjkarê Hevserokê PYDê, ragehand ku biryara Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê kirîza Sûriyê de, derencamên kongreya Riyadê piştguh xistine.

Di vê derbarê de Rawêjkarê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Sîhanok Dîbo bo K24ê wiha axifî: "Divabû Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk bihatana vexendin bo civînên New Yorkê."

Dîbo da zanîn ku biryara Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hejmara "2254" ya derbarê kirîza Sûriyê de derencamên kongreya Riyadê piştguh xistine.

Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara proseya aştiyê li Sûriyê bi tevahiya dengan pesend kiribû.