Komisyona Girtîgeha Diyarbekirê hat pêkanîn

Ji bo Girtigeha Leşkeri ya Diyarbekirê were lêkolînkirin komisyonek hat pêkanîn. Komisyon wê ji bo wê yekê bixebite daku kesên êşkence kirine derxîne holê û darizîne.

K24 - Enqere

Li Parlamentoya Tirkiyê ji bo Girtigeha Leşkeri ya Diyarbekirê were lêkolînkirin komisyonek hat pêkanîn. Komisyon wê ji bo wê yekê bixebite daku kesên êşkence kirine derxîne holê û darizîne.

Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbekirê bi êşkenceyên salên di navbera 1981 û 1989an de di nava 10 girtîgehên herî nebaş ên cîhanê de cih digire. Di girtîgehê de 34 kes ji ber êşkenceyê mirine û bi sedan kes jî seqet bûne.

Tiştên li girtîgehê qewimîn bandoreke gelekî mezin li ser civaka Kurdan hişt. Bo ew tiştên dermirovî derkevin holê di bin banê Parlamentoya Tirkiyê komisyonek hat pêkanîn.

Parlamenterê Merdînê yê AKPê Orhan Miroğlu wek serokê komisyonê hat hilbijartin. Orhan Miroğlu div ê derbarê de got: “Ez dema herî xemgîn û bextewar a di jiyana xwe de dijîm. Em wekî mirovên di darbeya 12ê îlonê de ketin girtîgeha Diyarbekirê, me bawer nedikir ku em bi saxî ji wê girtîgehê derkevin.”

Yek ji wan kesê ku dixwaze hesabê girtîgeha Diyarbekirê were pirsîn jî xwediyê pirtûka “Di zindanê de zarok”  Abdurehman Semavî ye. Semavî di temenê xwe yê biçûk de ket girtigehê û ji êşkenceyên giran sax filitî ye.

Damêzrenerê Navenda Lêkolînên Stratejîk Abdürrahim Semavi jî wiha axifî: “Wehşeteke zêde li zindana Diyarbekir hat kirin li ser insanan. Em hêvî dikin ev bûyer di dîroka Kurdan de bê safîkirin û bibe belgeyeke dîrokî.”

Komisyon armanc dike ku girtîgeh bibe mûzexaneya şermê û tawanbaran derxîne holê. Gelo ev komisyon wê berpirsiyarên rastîn ên girtîgehê derxîne holê û gelo berpirsiyarên rastîn wê werin darizandin û cezakirin. Ev her du pirs demeke dirêj e li benda bersivê ne.