Keçeke Kurd bû Şahciwana Iraqê

K24 - Bexda

Duh şev, Şeymaa Qasim a 20 salî hat destnîşankirin wek Şahciwana Îraqê. Ahenga herî dawî ya hilbijartina Şahciwana Iraqê berî 43 salan hatibû rêkxistin.

Dezgeha Meda ya Ragehandin, Çand û Hunerî, pêşbirkeya helbijartina Şahciwana Îraqê li saz kiribû. Di ahengê de kêm zanyarî derbarê Şeymaa Qasim de, hatin ragihandin ku xelka Kerkûkê ye û xwendekara Koleja Kargêrî û Aborî ye. Qasim, karî bi ser 7 berbijêrên din ku beşdarî hilbijartinê bûn, ser bikeve.