Fazil Mîranî siyaseta PKKê rexne dike

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî di bernameyê Hevpeyvîn a Kurdistan24ê de, behsa guhertinên siyasî yên navçeyê kir.
kurdistan24.net

K24 - Hewlêr

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî di bernameyê Hevpeyvîn a Kurdistan24ê de, behsa guhertinên siyasî yên navçeyê kir û got: "Kurd di siyasetê de gelekî çûne pêş û hemû welatên dinyayê pesnê hêza wê didin. Li ser astê Yekîtiya Ewropa û Kongresê Amerîkayê jî girîngiyeke taybet bi Kurdan tê dayîn."

Li ser peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî, Mîranî wiha axifî: "Em ne kopiya hîç kesekî ne, siyaset û mercîiyeta me bi xwe heye û em nikarin virde wêde bikin, eger kesek jî li ser PKKê biaxife, tişta pêwist tê kirin, lê di nav YNKê de piştî Mam Celal ew mercîiyet nemaye."

Derbarê xalên cuda yên di navbera PDK û PKKê de, Mîranî da zanîn ku xebata wan û PKKê ji hev cuda ye û got: "Lê dîsan nabe em hevdû qebûl nekin. Siyaseta Barzanî zelal e û hemû dinya dibêje PKK terrorist e, lê Barzanî li nav Tirkiyê amade nebû îtirafê bi wan gotinan bike û wiha bibêje."

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî, rexne li hinek polîtîkayên PKKê girt û wiha axifî: "Di salên 90î de PKKê digot dewleta Kurdistan mezin ava dikin, piştre hatin ser federaliyê, piştre mafê neteweyî, roja din xwebirêvebirin, piştre azadkirina Ocalan û niha jî xweserî."