Li Enqereyê 253 kargeh şewitîn
K24 – Enqere
Li Keçîorena Enqerê şewateke mezin derket. Di encama şewata li Bazara Gel a Osmanlıyê derket 253 kargeh bi temamî şewîtîn û zirareke mezin a maddî derket holê.
Peyamnêrê K24 diyar kir ku şewat di destê sibehê, demjimêr di 04.30'an de, derket. Hat ragihandin şewat ji ber kontakta elektrîkê derketiye.
Welatiyên derdorê û dikandaran demildest agahî da polîs û tîmên agirkujê.
Gelek tîmê agirkujê û welatiyan mudaxaleyî agir kir. Piştî 4saetan agir hat temirandin lê belê mixabin hemû kargehên libazarê şewitîn.
Serok û berpirsiyarê bazara Osmanî Hamît Ozsoy da zanîn ku di hin dikanan de, maddeyên kîmyewî û neft hebûn û ji ber vê yekê agir di demeke kurt de hemû bazar daye berxwe.
Ozsoy ji K24ê re got: “Niha li vê derê xwediyê dikanan di rewşeke gelekî nebaş de ne. Dikandar pert û perişan bûne. Hemû tiştên wan şewitî. Ez bangî rayedarên dewletê dikim û ji wan lava dikim ku xwedî li dikandaran derkevin û zirara wan texmîn bike.
Ev bazar ev 25 sal in tê vekirin û gelek kes bi saya wê xwe û zarokên xwe xwedî dikin.
Hat ragihandin ku di encama şewatê de nêzî 20 mîlyona dolar zirar çê bûye. Dikandaran îdia dike ku kargehên wan ji aliyê hin kesan ve hatine şewitandin û ji rayedarên dewletê daxwaz dikin ku alîkariya wan bikin.