Li Herêma Kurdistanê tomarkirina hevseriyê li gor destûra Zerdeştî

K24- Navenda Nûçeyan
Li Başûrê Kurdistanê êdî hevseriya li gor destûra Zerdeştî jî tê pêkanîn, bûk û zavayekê bi vê destûrê rêwresma zewacê pêk anîn.
Li Silêmaniyê di Agirgeha Piroz a Zerdeştiyan de yêkemîn merasîma hevseriya bi li gor destûra Zerdeştî pêkhat.
Doh (19.12.2015) li Agirgeha Zerdeştiyan li Silêmaniyê bi amadebûna nûnerên Êzdiyan û hejmarek mamostayên zanîngeh û herwiha kesên ku bi xwe Zerdeştî ne, yekemîn merasîma bi awayê destûra Zerdeştî pêkhat.
Pîrê Zerdeştiyan, Pîr Loqman li ser rûpla xwe ya Facebookê diyar kir û ku; ‘’Piştî hezaran sal qedexe û heramkirina hevseriya Zerdeştî, yekem care 2 ciwanên Kurd bi destûr û şêwaza Zerdeştî hevserî pêk anîn. Ev jî bûyereke girîng a civakî ye ku li Kurdistanê rû didet.’’
Beriya zêdetir ji hezar û 437 sal hevseriya li ser bingeha destûra Zerdeştî hatibû hermakirin.