Li Îspanyayê partiya desthilatdar biser ket

Piştî cudakirina ji sedî 99ê dengan di helbijartinên Ispanyayê de, Pariya Gel a Parêzgar karî serkeftinê bidest bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî cudakirina ji sedî 99ê dengan di helbijartinên Ispanyayê de, Pariya Gel a Parêzgar karî serkeftinê bidest bixe, lê hejmara kusrîyên wê ku 122 kursî ne ji 350 kursiyan, nikare bi tena sere xwe hikûmetê pêk bîne.

Her partiyek ku bixwaze hikûmeta piraniyê pêk bîne, divê 176 kursiyan bo xwe misoger bike.

Encamên helbijartinan wiha diyar dikin ku Partiya Karkerên Sosyalîst a dijber 90 kursî bidest xistine û herdû partiyên nû jî, Bodimos "Em Dikarin" 69 û Partiya "Hevwelatiyan" a Lîbral 40 kursî li gor rêzbendê bidest xistine.