Civîna Barzanî û Sajjan bidawî bû

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan li Selahedîn civîyan.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan li Selahedîn civîyan û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê gotûbêj kirin.

Di civînê de Sajjan piştîvaniya xwe bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê pêşan da û ragihand ku welatê wî dê di piştîvanîkirina eniya dijî terorê de berdewam be.

Kanada yek ji wan welatan e ku di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de cîh digire.