Îran dixwaze bendavên Kurdistanê ziwa bike

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Îranê li Pawe û parêzgeha Urmiyê, pêşiya av û çemên ‘’Sîrwan û Kelwê’’ digire û bi vî awayî dixwaze bendava Dukan û Derbendîxanê ziwa bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Îranê li Pawe û parêzgeha Urmiyê, pêşiya av û çemên ‘’Sîrwan û Kelwê’’  digire û bi vî awayî dixwaze bendava Dukan û Derbendîxanê ziwa bike.

Sê parlamenterên Kurd li Parlamentoya Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar dikin û dibêjin, ji aliyê Îranê ve hewl tê dayîn ku bendavên Dukan û Derbendixan bên ziwa kirin.

Parlamenter Mehmûd Riza, Rengîn Ebdullah û Emîn Bekir di daxuyaniyekî çapameniyê de wek  sê parlamenterên Kurd, li ser xebata devleta Îranê ya ziwakirina bendavên Dukan û Derbendîxan gumanên xwe anîn ziman.

Mehmûd Riza got;  ‘’Îran ji bo çêkirina 9 bendavên mezin û 5ê biçûk û herwaha çend tûnelan dest bi kar kiriye û armanca wan karan jî ziwakirina bendawên Dukan û Derbendîxan e.’’

Mehmûd Riza wiha axifî; ‘’Ji ber çêkirina wan bendavan, bendava Daryan ku nêzîkî bajarê Pawe ye, dê bibe pirsgirêkeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê, ji ber tenê çavkaniya ava bendava Derbendîxan û ji sedî 40ê çavkaniya ava Dukanê ji Rojhilatê Kurdistanê tê. Lê çêkirina wan bendavan wê herdû av û çeman ziwa bike.’’