Çalakvanekî Kurd di girtîgehên rêjîmê Sûriyê de jiyana xwe ji dest da

Çalakvanekî Kurd di girtîgehên rêjîma Sûriyê de canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Çalakvanekî Kurd di girtîgehên rêjîma Sûriyê de canê xwe ji dest da.

Çalakvanê Kurd yê bi navê Ciwan Ebdilrehman Berzencî îro li Şamê di girtîgehên rêjîmê de piştî salekê ji girtinê, ji ber îşkenceyan hat kuştin.

Birayê Ciwan, Xandî Berzencî ji K24ê re ragihand ku, îro hevjîna Ciwan çû li deriyê girtîgehê da, lê berpirsên girtîgehên jê re gotin ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye.

Xandî Berzengî got jî ku, Ciwan ji destpêka şoreşa Sûriyê ve wek çalakvanekî di komên hevrêziyê yê ciwanan de kar dikir, lê piştre wek çalakvanekî alîkariya malbatên girtî û şehîdan dikir. 

Ciwan Ebdilrehman Berzencî ku bavê 5 zarokan e, yek ji nişteciyên taxa Kurdan e li Şamê ye, di 3yê Kanûna 2014 de bi tuhmeta tevlîbûna grûpên çekdar hatibû girtin.

Xandî berzencî diyar kir ku, rewşa malbata Ciwan gelekî xirab e û jina wî jî bi nexweşiya penceşêrê ye.