AMNESTY: Êrîşên Rûsyayê di Sûriyê de tawana şer in

K2- Navenda Nûçeyan
Rêxistina Lêborînên Navdewletî (AMNESTY) operasyonên Rûsyayê li Sûriyê weke tawana şer dibîne û dibêje ku di hundirê mehekê de 200 welatiyên sivîl ji encama wan êrîşan hatine kuştin.
Di raporekê de rêxistina AMNESTYê ragehand ku di encama operasyonên Rûsyayê li Sûriyê bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştina, herwiha gelek navçe, bazar, mizgeft û xaniyên sivîlan hatine.
Rêxistina navborî da zanîn ku kiryarên rûsyayê li Sûriyê de binpêkirina yasayên navdewletî ne, herwiha dighe asta tawana şer.
Di 30ê Îlonê de Rûsyayê dest bi operasyonên xwe li Sûriyê de kirin, ew yeke bo cihê nerazîbûna welatên Rojava û Amerîkayê bû.