Qeyikeke penaberan binav bû û 10 kes jî mirin

Qeyikeke penaberan di deryaya Îca binav bû, 10 kes mirin û 2 kesên din jî winda ne.

K24 — Navenda Nûçeyan   

Qeyikeke penaberan di deryaya Îca binav bû, 10 kes mirin û 2 kesên din jî winda ne.

Qeyikeke penaberan di deryaya Îca binav li nêzîkî girava Farmakonîsî YA Yonanê binav bû. Di encamê de 13 kes mirin ku 5 jê zarok in, 2 kesên din jî winda ne.

Ewlehiya qeraxê ya Yananê ragehand ku, îro li berbangê, tîmên wan karîne 13 kesan rizgar bikin, lê 10 kes mirin û 2 kesên din jî wida ne.

Herwiha duh jî qeyekeke din di deryaya Îca de binav bûbû, ku 11 kes mirin jê 3 zarok bûn. Herwiha tîmên qeraxên deryayî karîn 7 kesan rizgar bikin.

Li gor rêxistana Koberiyê ya ser bi Netewên Yekbûyî ve, ku di sala 2015 de dora milyonek penaber gehêştine Ewropayê.

Herwiha li gor wê rêxistinê jî ku 816 hezar penaber di deryaya Îca re gehêştine Yonanê, 3 hezar û 700 penaber jî di deryê de mirine.