Peyama bavê Alan Kurdî bo welatên cîhanê

Peyama bavê Alan Kurdî sibe careke din li ser heman kenalê dê were weşandin. Bavê Alan Kurdî her du kurên xwe û jina xwe di deryaya Egeyê de ji dest dabûn.
kurdistan24.net

K24 - Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza kenaleke Brîtanî û bi helkefta sersala nû, Ebdulah Kurdî bavê Alan Kurdî daxwaz ji welatên cîhanê kir ku sînorên xwe li ber penaberên Sûriyê vekin.

Kenala 4 ya Brîtaniyayê daxwaz ji Ebdulah Kurdî bavê Alan Kurdî yê ku wêneyê mirina wî cîhan bi giştî hejand, bi helkefta serê sala nû peyamek belav kir.

Di peyamê de bavê Alan Kurdî daxwazê ji welatên cîhanê dike ku deriyê sînorên xwe li ber penaberên Sûriyê vekin, ji ber ku gelekî zehmet e dema derî li ber mirovan bên girtin.

Bavê Alan kurdî daxwaz ji hemû welatan jî kir ku hizra dê û bavên zarokan bikin, yên ku li aştî û aramiya zarokên xwe digerin. Di dawî ya peyama xwe de bavê Alan Kurdî hêvî kir ku sala 2016an, bibe sala bi dawîbûna şer li Sûriyê û hemû cîhanê.

Peyama bavê Alan Kurdî sibe careke din li ser heman kenalê dê were weşandin. Bavê Alan Kurdî her du kurên xwe û jina xwe di deryaya Egeyê de ji dest dabûn.