Li Xotayê di êrîşekê de 20 sivîl tên kuştin

Firokeyên rêjîmê êrîşek li Xotaya Rojhilat ya Şamê dike, di encamê de 20 sivîl hatin kuştin , di nav wan de 7 zarok in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên rêjîmê êrîşek li Xotaya Rojhilat ya Şamê dike, di encamê de 20 sivîl hatin kuştin , di nav wan de 7 zarok in.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragehand ku, firokeyên rêjîmê êrîşî gundê Hemoriyê ya li Xotaya Rojhilat ya bi ser Şama peytext ve kir, di encamê de 20 sivîlan canên xwe jidest dan, ku di nav wan de 7 zarok in.

Rewangehê ragehand jî, ku firokeyên rêjîmê pêgehên opozîsyonê li Eyn Tirme û Merc el-Sultan armanc kirin. Herwiha bajarokê Dûmayê jî topbaran kir, di encamê de 2 sivîl hatin kuştin.

Xotaya Rojhilat wek cihekî sereke yê opozîsyona Sûriyê tê jimartin, her car jî ji aliyê topxaneyên rêjîmê ve tê topabarankirin.