Almanya êdî îtirafê bi paseportên Hesekê nake

Berî niha kenala ABC ya Amerîkayê, belav kiribû ku eger heye rêxistina DAIŞê paseportên Sûriyê yên sextet derbixe ku ne cûda ne ji yên fermî û ev yek jî bû cihê metirsiyeke mezin li ba welatên Rojava û Amerîkayê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê ragehand ku êdî paseportên Sûrî yên li parêzgeha Hesekê û ji aliyê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê ve derdikevin nayên qebûl kirin.

Li gor hinek welatiyên Sûriyê yên ku serdana balyozxaneya Almanyayê li Hewlêr kirine, êdî balyozxaneya wî welatî paseportên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê qebûl nake. Herwiha biryar dane ku paseportên ji aliyê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê ve jî têne derxistin nayên qebûl kirin.

Berî niha kenala ABC ya Amerîkayê, belav kiribû ku eger heye rêxistina DAIŞê paseportên Sûriyê yên sextet derbixe  ku ne cûda ne ji yên fermî û ev yek jî bû cihê metirsiyeke mezin li ba welatên Rojava û Amerîkayê.

Li gor biryara Hikûmeta Almanyayê, welatiyên Sûriyê yên ku dixwazin bigihin malbatên xwe, êdî bi awayekê fermî nikarin biçin wî wlatî û evna jî bûye cihê nîgeraniya welatiyên Sûriyeyî.