KCD: Kurd êdî nawazin li Tirkiyeyê bê statû bijîn

Civîna awarte ya berfirehkirî ya Kongreya Civaka Demokratîk KCDê bi rojeva Xweseriya Demokratîk û Xwerêvebirinê li Diyarbekirê dest pê kir. Di civînê de peyamên girîng hatin dayîn.
kurdistan24.net

K24 - Diyarbekir

Civîna awarte ya berfirehkirî ya Kongreya Civaka Demokratîk KCDê bi rojeva Xweseriya Demokratîk û Xwerêvebirinê li Diyarbekirê dest pê kir.  Di civînê de peyamên girîng hatin dayîn.

Hevseroka KCDê Selma Irmakê got: "Me bi rêya diyalogê daxwazên xwe anîn ziman lê nehatin qebûlkirin, dîsa şer dest pê kir. Em ê cara dawî destê aştiyê dirêjî dewletê bikin.” Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selaheddîn Demîrtaş jî nerazîbûna xwe ya ji hikûmetê nîşan da û got: “Êdî dê Kurd li ser erdnîgariya xwe xwedî îradeya siyasî bin."

Bi sedan delege, siyasetmedar, parlamenter û nûnerên saziyên sivîl beşdarî kongreyê bûn.   Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş di kongreyê de ragihand ku di sedsalê bê de wê statûya Kurdistanê jî hebe. An dê dewleta wan ya federal an jî dê dewleta serbixwe hebe.

Hin ji gotinên Demîrtaş wiha bûn: “Aliyên dewletê qet behsa xwerêvebirinê nekirin, ti kes qebûl nake ku ji aliyê tenê kesekî ve bê îdarekirin, kole jî vê qebûl nakin, ma dê çawa Kurd qebûl bikin. Hikûmeta Enqereyê deriyê xwe ji hevdîtinan re girt û dûv re li dijî mirin û kuştinan xendek hatin kolandin. Berpirsiyariya me ne li hemberî Enqere ye; li hemberî gelê me ye. Li ser pergala serokatiyê diaxivin lê nahêlin ku li ser pergala Xweseriya Demokratîk axaftin bêne kirin. Ji bilî Kurdan herkes derbarê Kurdan de diaxife. Rast e, tank û topên dewletê hene, lê tifaqa gel ji wan çekan bihêztir e. Pergala Xwerêvebirinê em ê pêşniyarî hemû Tirkiyeyê bikin.”

Hevseroka KCDê Selma Irmakê jî di civînê de got, ev civîn civîna qederê ye û wiha axivî: “Em û birêz Barzanî, Celal Telebanî û PYD xwîşk û birayên hev in, di navbera me de pirsgirêk hebin jî îradeya çareserkirina wan jî bi me re heye. Em cara dawî destê aşitiyê dirêjî rayedarên  dewletê dikin. Kurd êdî dixwazin bi serê xwe biryarên xwe bidin, îro rojek dîrokî ye. Li hember zilm û zora ku ev sed sal in didomin, berxwedanek mezin tê kirin. Li Kurdistanê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Emê di vê civînê de biryarên dîrokî bistînin. Bi baweriya min ew biryar dê bibin sedema rizgariya gelê kurd. Xendeq ne ji bo şer hatine kolandin ji bo xweparastinê hatine kolandin. Eger Kurdek tenê jî bimîne em ê ticarî dest ji daxwaza xwerêveberiyê bernedin, ew mafê me ye. Werin em bi rêyên siyasî, bi danûstandinan li ser daxwazên gelê Kurd nîqaşan bikin. Kurd naxwazin bê statû bijîn, naxwazin ji bilî Kurdî bi zimanekî din perwerdeyê bibînin.”

Hevserokê KCDê Hetîp Dîcle ji dîrokê û hinek dewletên dinyayê mînakên xwerêvebirinê dan û wiha got: “Xwerêvebirin mafê me yê dîrokî ye û dê Kurd wî mafê xwe bikar bînin. Ti hêz nikare xwe li ber bigre.  Bi tundiyê nikarin pêşiya mafan bigrin. Weke ku di salên 90an de li çiyayan binketine dê li bajaran jî binkevin. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Derbarê Xwerêvebirinê de emê deklerasyona çareseriyê pêşniyar bikin. Heger ku dewlet û hikûmet bi aqilêselîm tevnegere dê nexweşî belavî hemû Tirkiyeyê bibe.”

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk DBPê Kamuran Yuksek, Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan HDK Sebahat Tuncel û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî di kongreyê de axivîn. Di beşa ji çapemeniyê re girtî de endamên KCD û siyasetmedaran derbarê pirsgirêk û çareseriya wan de nîqaş kirin. Kongre dê îro jî berdewam bike û tê çaverêkirin ku di saetên êvarê de encamname bê eşkerekirin. Tê meraqkirin gelo dê biryara îlankirina Xweseriya Demokratîk bê dayin yan na?