Mêrdîn: Hemû bawerî bi hev re cejnê pîroz dikin

Li Bakurê Kurdistan ji ber şer û aloziyan, cejna Krismîsê bi astegiyan û kêmcoşî be jî, ji aliyê Mesîhîyan ve hat pîroz kirin. Cemaetên ji Diyarbekirê jî bo pîrozbahiyê îsal çûne Mêrdînê.
kurdistan24.net

K24 - Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistan ji ber şer û aloziyan, cejna Krismîsê bi astegiyan û kêmcoşî be jî, ji aliyê Mesîhîyan ve hat pîroz kirin. Cemaetên ji Diyarbekirê jî bo pîrozbahiyê îsal çûne Mêrdînê û dibêjin gelek Mesîhiyan îsal pîrozbahî nekirine.

Li sûk bazarên Mêrdînê, dikan girtî ne ji ber alozî û protestoyan, yekem car e bo cejnekê wiha girtî ne. Di roja jidayîkbûna Hz. Îsa de, Mesîhî ji bo pîrozbahiyê, kargehên xwe digirin û cejna xwe pîroz dikin.

Esnafên Misilman jî dibêjin ku li Mêrdînê gelek bawerî û pirçandî pêk ve di nav aştiyê de dijîn û daxwazinev çanda aştiyane li her ciyekî bicÎh bibe dikin. Esnafê bi nave Engîn Gunduz wiha dibêje: "Îro cejna birayên me yên File ye, dikanên wan bo vê helkeftê girtîne, emê jî biçin cejna wan pîroz bikin. Di cejnên me de jî ew tên cejna me û malabata me pîroz dikin. Emê jî wek wan biçin cejna wan pîroz bikin."

Wek Hemû Dêrên li Mêrdînê, li Dêra Mêrdînê ya Protestana jî pîrozbahî û ayîn a Krismîsê heye. Piştî ayînan jî sohbet beredewam dikin. Rahîbê Dêra Diyabekirê Ahmed Guvener jî dibêje, ji ber şer û aloziyan wan nikaribû li Diyarbekirê merasîm û pîrozbahî bikin û bi beşek ji cemaeta xwe re hatine li Mêrdînê pîrozbahiyê dikin.

Ahmet Guvener got: "Ez Rahîbê Dêra Diyabekirê me, ev 45 roj e em nikarin nêzîkî wê bibin û ji ber wê yekê jî em mecbûr mane ku cejna xwe li Mêrdînê pîroz bikin. Em dixwazin ku hemû nasnema û bawerî bi heskirin û hevrêzî bikarin pêk ve bijîn."

Mesîhî li Bakurê Kurdistanê ligel ku pîrozbahiyê dikin, ji ber aloziyan nîgeran in û daxwaz dikin ku hemû berpirs û alî hewlên xwe ji bo pêkhatina aştiyê bidin.