Alimên Misilman û Xiristiyan banga aşitiyê dikin

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê alimên Misilman û Xiristiyan jî aciz dike. Alim ji Qur’an û Încîlê ayetên derbarê kuştina insanan de bibîr dixin û dibêjin divê aliyên şer qetla insanan.
kurdistan24.net

K24 - Diyarbekir

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê alimên Misilman û Xiristiyan jî aciz dike.  Alim ji Qur’an û Încîlê ayetên derbarê kuştina insanan de bibîr dixin û dibêjin divê aliyên şer qetla insanan nekin û pirsgirêkên xwe li gorî rêbazên fermana Xwedê çareser bikin.

Ev 7 meh in ko bûyerên wiha li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin.  Tenê ji 7ê Hezîranê ve derdora 2 hezar mirov di pevçûnan de canê xwe ji dest dane û bi hezaran jî birîndar bûne. Reîsê Rihanî yê Cemaeta Ortodoksên Suryanî yê Mêrdînê û Keşeyê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz jî li ser kuştina mirovan nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin ku peyama Îsa Pêxember ya aştiyê nehatiye famkirin ji ber wê yekê li herêmê bûyer diqewimin.

Keşeyê Dêra Kirklar ya Mêrdînê Gabrîel Akyuz wiha dibêje: “Ji ber ku insan ji rêya Xwedê Teale dûr bûne û di rêya Kitêbên Muqaddes de naçin ev bûyer li ser rûyê dinyayê rû didin.”

Ji aliyekê ve kuştin û mirin ji aliyekê ve jî krîza mirovahî heye. Rewşa aborî, civakî û saxlemiya bajaran têk çûye. Her diçe di navbera civaka Kurd û Tirkan de dûrbûnek peyda dibe. Kurdên Bakur ji bêdengiya bajarên Rojavayê Tirkiyeyê gazinan dikin. Ev yek li ser nûnerên olê jî bandoreke neyînî çêdike. Miftiyê navçeya Kayapinar a Diyarbekirê Sirri Şik ji Qur’anê dibêje: “Her kî bêsebep insanekî bikûje wekî ku wî insan hemû kuştine; her kî canekê xilas jî bike wekî ku hemû insan xilas kirine.”

Miftiyê Kayapinar a Diyarbekirê Sirri Şik got: “Xwedê ferman dike û dibêje ‘eger ji Mumînan du ali li dijî hev şer bikin bila aliyekî sêyemîn navbera wan çêbike û aştî û silametiyê bîne holê.”

Gaziya alimên Misilman û Xiristiyan dê çiqas cihê xwe bibîne ew nayê zanîn lê belê gazinên aliman jî ji rayedarên dewlet û partiyên siyasî hene. Alim dibêjin Xwedê her tişt bi awayekî eşkere di pirtûkên pîroz de nivîsiye lê nayê famkirin ku ji ber çi guhdariya wan nayê kirin. Dua û xwestekên nûnerên olî ji bo aştî û silametiya civakê ne.