Kurdên Anatoliya Navîn li Enqerê komeleyek vekirin

Kurdên Anatoliya Navîn li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin ba hev û li Enqerê Komeleya Çand û Hunerê vekirin.
kurdistan24.net

K24 - Enqere

Kurdên Anatoliya Navîn li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin ba hev û li Enqerê Komeleya Çand û Hunerê vekirin. Komeleyê ragihand ku armanca wan bidestxistina jiyaneke azad û wekhev e.

Kurdên Anatoliya Navîn ango “Kurdên Sirgûn” her çiqasî ji welatên xwe dûr ketine jî Kurdbûna xwe parastine. Berî çend sedsalan ji Kurdistanê hatine derxistin û li Anatoliya Navîn hatine bicîh kirin.

Doh li Enqerê, Kurdên Anatoliya Navîn hatin ba hev û ji bo domandina çand û folklora xwe komeleya bi navê “Komkurd An” vekirin

Rêvebirê Komeleyê Levent Kanat, armancên komeleyê yên di pêşerojê de wiha rêz kirin: “Komel wê zimanê Kurdên Anatoliya Navîn zindî bigire, çanda wan û hûnera wan zindî bigire û pêş ve bibe. Di diroka wan de çi çêbû çi çênebû zindî bigire û li ser wan meseleyan lêkolînan bike.”

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim di merasîma vekirina komeleyê de li ser giringiya zimanê dayîkê axivî. Yildirim da zanîn ku di têkoşîna Kurdan de giringtirîn xal zimanê dayîkê ye û herwiha di siyaseta Kurdan de jî eger zimanê Kurdî neyê pêşxistin serkeftin çênabe.

Kadrî Yildirim got: “Îro siyaseta Kurdî, îro partiya me, Partiya Demokratik a Gelan jî di nav de, ez dixwazim bêjim ku mixabin pirr nêzîkê siyasetê ne çi siyaseta rojane çi ya din lê ewqas nêzikê çanda xwe, dîroka xwe, zimanê xwe û perwerdeya zimanê xwe nînin.”

Li gor lêkolînan cara yekem di sala 1184an de Kurd hatine Anatoliya Navîn, û di sedsalên 13 û 14an de hejmarek mezin ya Kurdan li herêmê hatiye dîtin. Ji wê demê heta niha Kurdên Anatoliya Navîn dûrî axa Kurdistanê têkoşîna parastina çand û zimanê xwe didomînin.