Di dema qedexeyan de 124 sivîl hatine kuştin

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê ragihand ku li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê di hundirê 4 mehên dema qedexekirina derketina derva de 124 sivîlan canê xwe ji dest dane.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê ragihand ku li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê di hundirê 4 mehên dema qedexekirina derketina derva de 124 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Li gor rapora Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê, tenê di nav 2 hefteyên dawî de 41 sivîl mirine. Herî kêm 15 kes, gava gule û top li avahiyan ketine li derdora malên xwe hatine kuştin.

Ji 16ê Tebaxa 2015an û niha li Diyarbekir, Şirnex, Mêrdîn û Colemêrg li 7 bajaran û herî kêm li 17 navçeyan, 56 caran bi fermî derketina derva hatiye qedexekirin. Dema qedexeyan mafên tenduristî û perwerdê di serî de gelek mafên mirovan hatine binpêkirin. Bi tevahî 124 sivîl hatine kuştin.

Li herêmên Sûr, Kerboran, Cizîr, Silopî û Nisêbînê ku hê qedexeya derketina derva berdewam e, 7 jê zarok, 8 jê jin 41 sivîl hatine kuştin. Herî kêm 41 sivîl jî birîndar bûne.