"Pêşmerge hevpeymanê herî bi hêz e bo Amerîkayê"

Soderber diyar kir ku Pêşmerge li dijî DAIŞê serkeftinên mezin bidest xistine, jiber vê yekê jî welatê wê bi biryare ku piştgiriya xwe jêre zêdetir bike

K24-Navenda Nûçeyan

Dîplomatkara Amerîkayê  Nancy Soderberg ragehand ku Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanê herî bi hêz ê bo Amerîkayê,  pêwîste were pirçekirin.

 di hevpeyvînekî xwe de ligel govara "Dulan" Dîplomatkara Amerîkayê Nancy Soderberg wiha got: "Şerê DAIŞê dê bidom e,  Pêşmergeyên Kurdistanê jî  hevpeymanê herî bi hêz ê, bo Amerîkayê."  

Soderber diyar kir ku  Pêşmerge li dijî DAIŞê serkeftinên  mezin bidest xistine, jiber vê yekê jî welatê wê bi biryare ku piştgiriya xwe jêre zêdetir bike .

Nancy Soderberg derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî amaje bi hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û dibêje ku Barzanî bernameya xwe ya serxwebûnê ragihandiye, kar bo wergirtina piştgiriya navdewletî dike.

Dîplomatkara Amerîkayê di dawî ya gotinên xwe de wiha axifî: "Ez bawerim bo vê armancê jî Barzanî ligel berpirsên mezin ên Amerîkayê ji nêzîk ve dişêwire"