Girûpên îslamî êrîşî gundên Efrîn û Ezazê dikin

Grûpên îslamî bi topên Hawanê û çekên giran gundên Ezaz û Efrînê topebaran dikin.

K24 – Efrîn

Grûpên îslamî bi  topên Hawanê û çekên giran gundên Ezaz û Efrînê topebaran dikin.

Li gor peyamnêrê K24ê li Efrînê Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ve gundên Malkiyê û Şwarxa yên girêdayî Ezazê topebaran kirin û li wê derê şer di navbera hêzên Sûriyeya Demoqratîk û wan grûpan de derket.

Di heman demê de jî Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ve, bi çekên giran û Hawnan gundê  Kefircenê yê grêdayî navçeya Şera ya Efrînê kirin armanc.

Herweha li gundê Dêr Belût û Dêwa yên girêdayî navçeya Cindrêsê û li gundê basûfanê yê  girêdayî navçeya Şêrawa  şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên îslamî

Herwiha pêr jî, grûpên îslamî nava bajarê Efrînê topbaran kirin û bi 6 topên Hawinan nava bajarê Efrînê armanc kirin.

de derket û heya neha ti agahî derbarê ziyanên wî şerî de ne hatine eşkerekirin.

Ji bêhtirî mehekê ve, Eniya el-Nusrayê, Ehrar El-Şam, Ehrar Sûriya û hin komên xwînrijên di bin sîwaneya Odeya Fetih Heleb de ne, herêma Efrînê dorpêç kirine û êrîşî gundên wê dikin.