Milyonek û 300 hezar kes ji xizmeta tenduristiye bêpar mane

Ev çend meh e li Bakurê Kurdistanê rewşa awarte didome û her diçe bandorên neyînî li ser hemû aliyên jiyanê belav dibin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê sazî, komele û odeyên tendirustiyê bi armanca protestokirina dorpêç, qedexeyên li ser navçeyên Bakurê Kurdistanê û rewşa tendirustiyê, 6 roj e ku çalakiyan dikin. Sendîkaya Yekitiya Kedkarên Tendirustiyê TTBê ragihand ku milyonek û 300 hezar kes, ji ber aloziyan ji xizmeta tendirustiyê bêpar dimînin.

Ev çend meh e li Bakurê Kurdistanê rewşa awarte didome û her diçe bandorên neyînî li ser hemû aliyên jiyanê belav dibin. Mafê sereke yê jiyanê ku tendirustî ye ew jî hatiye rawestandin. Saziyên tendirustiyê jî ji bo balê bikşînin ser vê rewşê hefetyeke çalakiyan dikin.

Di vê derbarê de Dr. Sexmus Gokalp ragihand ku li navçeyên qedexe lê didome 10 navendên tendirustiyê hatine rawestandin û gelek doktor jî ji nexweşxaneyan hatine durxistin:

Karmendên tendirustiyê radigihînin ku di serdema ragihandina qedexeyan û pêkhatina aloziyan de, kesên bi nexweşiyên cuda û birîndar nikarin biçin nexweşxaneyan û rûbirûyê metirsiyên mezin dibin.

Rêvebirê TTBê yê Diyarbekirê Kemal Karadaş, daxwaz kir ku ew bikaribin bikevin kolanên qedexe û sonda xwe ya doktoriyê bi cîh bînin. Ji ber ku di Peymanên Navnetewi de jî di tu şer û pevçunên giran de xizmeta tendirustiyê nikare bê asteng kirin. Sazî û komelêyên tendirustiyê tekez kirin ku heta ew mafên tendirustiyê bighînin wan cihên qedexe dê çalakiyên xwe bidomine.