Rojavayê Kurdistanê: 5875 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku di sala 2015an de li Rojavayê Kurdistanê 5 hezar û 875 çekdarên DAIŞê ji aliyên gerîlayên YPGê ve hatine kuştin.

K24 – Qamişlo

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku di sala 2015an de li Rojavayê Kurdistanê 5 hezar û 875 çekdarên DAIŞê ji aliyên gerîlayên YPGê ve hatine kuştin.

Li gor wan daneyên ku Nevenda Ragihandinê ya YPGê belav kirine, di encama 453 operasyonên hêzên YPGê di sala borî de 5 hezar û 875 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Di daxwiyaniya YPGê de wiha tê gotin: "Di sala 2015ê de çekdarên DAIŞê 392 êrîş anîne ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel jî bersiva wan êrîşan dane."

Herwiha tê gotin ku DAIŞ 94 êrîşên xwekujî bi otomobîlan kirine, 2 hezar 177 termên çekdarên DAIŞê ketine destê YPGê û 38 çekdar jî dîl hatine girtin.

YPGê ragihand ku di encama operasyonên ser navçeyên di bin kontrola DAIŞê de hêzên wan karîne 18000 kîlometrekare kontrol bikin û di wan şer û pevçûnan de 680 şervanên YPGê jî şehîd bûne.