Hewl tên dayîn ku çavkaniyên DAIŞê bên ziwakirin

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî li dijî jêderên aborî yên DAIŞê pêşnûmaya bergiriyê qabûl kir û ev biryarên di pêşnûmayê de cih digirin di paşerojê de dê bên sepandin.

K24 - Enqere

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî li dijî jêderên aborî yên DAIŞê pêşnûmaya bergiriyê qabûl kir û ev biryarên di pêşnûmayê de cih digirin  di  paşerojê de dê bên sepandin. Gelo ev biryar bes in ku rê li ber jêderên DAIŞê werin girtin.

Rexistina terorê DAIŞ xwedî gelek jêderên aborî ye wek firotina neftê, qeçaxiya antika û mirovan, fîdye, bac, bexş, bankên Iraqê, talanî, çandinî û şervanên biyanî ne.

Neteweyên Yekbûyî dixwaze van hemû jêderan qut bike. Pisporê Rojhilata Navîn Bilgay Duman da zanîn ku ew pêşgirî kêşeyan çareser nake: “Biryar yek alî hatine wergirtin lê divê du alî bibe. Bi vê rêyê jî nikarin bi ser bikevin. Pêşigiriyên ji bo dema kurt bandor dike. Le ji bo dema direj bandora wan nîne. Divê pêşgiriyên demdirej bên wergirtin. “

Pispor dibêjin ku DAIŞ her roj jêderên xwe zêde dike.  Herwiha herî zêde bi Esed re bazîrganiyê dike û ji bilî Suriyê û Iraqê  jî ji DAIŞê re pereyên alikariyê tên. Ji bo wan hê jî tu gav nehatine avêtin. Divê aktorên Suriyê û Iraqê jî gavan biavêjin.

Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun diyar kir ku bi biryarên siyasî jêderên DAIŞê nayên sînordar kirin: “Rexistina terorê ji bo berdewamkirina hebûna xwe hem pêdiviya wê bi jêderên derve û hem jî bi yên navxweyî ye. Hûn jêderên derve qut bikin, ên navxwe qut nekin, hûn nikarin dawiya DAIŞê bînin. Divê polîtikayên derve û navxwe bi hev re bên koordînêkirin. “

Wiha xuya dike ku ev biryara Neteweyên Yekbûyî têr nake. Divê wekî din rê û pêşgirî bên dîtin û Esed jî tevî mijarê bibe. Ji ber ku ew ji bo polîtîkayên navxwe aktorekî gelekî girîng e. Heger ew bi DAIŞ re bazîrganiyê qut bike, dê DAIŞ zerareke mezin a aborî bibîne.