Derbasbûna YPGê ya Çemê Firatê bû cihê nîqaşan

Hêzên Kurdî yên ser bi YPGê emê Firatê derbas kirin û ber bi Cerablûsê pêş ve diçin. Derbasbûna YPGê ya ji Çemê Firatê jî li Tirkiyê bû cihê niqaşan.

K24 - Enqere

Hêzên Kurdî yên ser bi YPGê emê Firatê derbas kirin û ber bi Cerablûsê pêş ve diçin. Derbasbûna YPGê ya ji Çemê Firatê jî li Tirkiyê bû cihê niqaşan. HDP dixwaza Cerablûs azad bibe lê belê MHP ji vê yekê nerazî ye.

Hêzên Demokratîk ên Sûriyê bi sêrkêşiya YPGê ji Çemê Firatê derbas bûn û Bendava Teşrînê ji dest DAIŞê derxistin û niha berê xwe dane Cerablûsê ku azad bikin.

Pêşveçûna hêzên Kurdan di rojeva Siyasî ya Tirkiyê de bû cihê niqaşên mezin. Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken got: “Bendava Teşrînê hate stendin. Niha agahî di dest me de hene ku amadekariya azadkirina Cerablûsê tê kirin. Cerablûs di destê DAIŞa hov de ye. AKP dixwaza DAIŞ hikmê wê deverê bike. Lê em ê ji azadkirina wê derê gelekî kêfxweş bibin.”

Tê îdiakirin ku Rûsya û Emerîka qayişê bi hevra dikişînin ku li herêmê bibe hêza herî xurt û niha şerê vê yekê dikin. Her wiha di vê çarçoveyê te, Cerablûs wekî  “Xeta Sor” a Tirkiyê tê binavkirin. Li ser heman mijarê Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural jî wiha axifî: “Mixabin, parastina “Xetên Sor” ên Tirkiyê di heyama AKPê de bûye sûc. Beriya niha li Iraqê, niha jî li Sûriyê “Xetên me yên Sor” tên derbaskirin.“

Tê xwestin ku rojavayê Çemê Firatê wekî herêma ewle were ragihandin ku niha di destê DAIŞê de ye. Li wê derê baregaha Menbîcê heye ku xetekê ji Tirkiyê bo Reqqayê vedike û ev xet bo peywendiyên DAIŞê gelekî girîng e. YPG jî bo vê yekê dixwaze DAIŞê ji deverê paqij bike daku bigihe armanca xwe û kantonan bigihîne hev. Ji ber vê yekê rojavayê Firatê cihekî gelekî stratejîk e.