"Zarokên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve tên perwerdekirin"

Endama Parlamentoya Iraqê daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku her bi çi awayekî be di zûtirîn dem de wan zarokan rizgar bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ragihand ku niha hezar û 60 zarokên Êzdî yên temen 12-16 salî bi gefa kuştina malbatên wan, ji aliyê DAIŞê ve tên perwerde kirin.

Di daxuyaniya Endama Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl de ku li ser malpera xwe belav kiriye, wiha tê gotin: "Di dema niha de bi gefa kuştina malbatên wan hezar û 60   zarokên Êzdî yên temen 12-16 salî, ji aliyê DAIŞê ve tên perwerdekirin."

Viyan Dexîl da zanîn ku metirsî li ser jiyana wan zarokan heye, ji ber ew bi gefa kuştina malbatên wan ji neçarî tên perwerdekirin. Viyan Dexîl da zanîn ku ew zarok di dema dagîrkirina Şingalê de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

Endama Parlamentoya Iraqê daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku her bi çi awayekî be di zûtirîn dem de wan zarokan rizgar bikin.