Çalakvaneke Kurd ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin

Nîsan Îbrahîm navê wê yê rast Rûqeya Hesen Mihmed e, xwîşkek û pênc birayên wê hene, herwiha xelka bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye û beşê derûnî yê zanîngehê qedandiye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Çalakvana Kurd Nîsan Îbrahîm, bi tohmeta ku peywendiyên wê bi alîgirên Şoreşa Sûriyê re hene ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin.

Çalakvanên bajarê Reqayê ragihandin, ku keça Kurd Nîsan Îbrahîm beşdarî hemû çalakiyên nehênî û eşkere yên Şoreşa Sûriyê bûye, lê piştî hatina DAIŞê koçberî bajarê Kobanê bûbû û li wir nekarî jiyana xwe berdewam bike loma careka din vegeriya bajarê Reqayê.

Li gor çalakvanan Nîsan Îbrahîm, di Tebaxa borî de ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin û di Cotmeha borî de jî bi tohmeta peywendiyên wê bi alîgirên Şoreşa Sûriyê re hene hat kuştin. Lê DAIŞê rê neda malbata wê ku nûçeya şehîdbûna wê eşkere bike, berî sê rojan hat ragihandin.

Nîsan Îbrahîm navê wê yê rast Rûqeya Hesen Mihmed e, xwîşkek û pênc birayên wê hene,  herwiha xelka bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye û beşê derûnî yê zanîngehê qedandiye.