HPGê bîlançoya şer a 2015an belav kir

Li gor daxuyaniya HPGê, gerîlayên wan hezar û 250 leşkerên Tirk kuştine.

K24- Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku, di sala 2015an de gerîlayên wan hezar û 250 leşkerên Tirk û 2 hezar û 736 çekdarên DAIŞê kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bîlançoya şer û pevçûnên ku di sala 2015an de qewimî ne, belav kir.

HPGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, di sala 2015an de, artêşa Tirkiyê 321 êrîşên bejayî û 362 êrîşên esmanî li dijî gerîlayên wan encamdane.

Herwiha gerîlayên HPGê jî, 757 çalakî li dijî hêzên artêşa Tirkiyê encamdane.

Di encama operasyon û çalakiya de,  hezar û 250 leşker, 132 polîs, 162 tîmên taybet, 13 leşkerên payebilind ên Tirk hatine kuştin. Di bermaber de 261 gerîla şehîd bûne.

Li gor heman bîlançoyê, gerîlayên HPGê di beşdariya şerê li dijî DAIŞê li Şingal û Kerkûkê de, 2 hezar û 736 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.