“Divê çek rasterast bigihin destê Hêzên Pêşmerge“

Richard Chernetskiy tekez dike ku, divê êdî welatên rojava li benda Bexdayê nemînin heta çekan ji Pêşmerge re bişîne.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Parlementoya Ewropayê, Richard Chernetskiy ragihand ku, divê welatên rojava bi awayekî rasterast çekan ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re bişînin.

Richard Chernetskiy ku beşdarî bulteneke K24ê bû, da zanîn ku, Herêma Kurdistanê navçeya herî aram e li Iraqê, lewma divê çek bi awayekî ratserast jê re bên şandin.

Navborî li ser pêşwazîkirina wê hejmara mezin a penaberan, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Richard Chernetskiy tekez kir jî ku, divê êdî çek bi awayekî rasterast û ne bi rêya Bexdayê bo Herêma Kurdistanê bên şandin.

Cîgirê Serokê Parlementoya Ewropayê diyar kir jî ku, ev yekemîn serdana wî ye bo Herêma Kurdistanê.

Wî berpirsê Ewropî tekez kir ku, gelê Kurd kariye bi awayekî baş derfetan di berjewendiya xwe de bikar bîne, hin bi hin jî ber bi dewleta serbixwe ve diçe.