YPGê navên 18e şervanên xwe eşkere kir

Bajarokê Eyn Îsa bi 50 kîlomitreyan ji Parêzgeha Reqayê dûr e.

K24-Eyn Îsa

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) nave 18e şervanên xwe, yên ku di şerê li dijî DAIŞê de li bajarokê Eyn Îsa ragehand.

Derbarê mijarê de Serkirdayetiya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî belav kir, tê de navên 18 şervanên xwe yên ku li şerê li dijî DAIŞê li bajarokê Eyn Îsa şehîdbibûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de navên resen û yê tevgerî, roja ji dayîkbûnê, dem û navçeya ku lê şehîdbibû ragehandibû.

Li gor daxuyaniya YPGê, ew 18 şervan di 30ê Kanûna borî de, li bajarokê Eyn Îsa di şerê li dijî DAIŞê şehîd bibûn.

Bajarokê Eyn Îsa bi 50 kîlomitreyan ji Parêzgeha Reqayê dûr e.