Hêzên Eşîrên Reqayê hat hilweşadin

Berî niha Hêzîn Eşîran daxuyaniyek belav kirbûn, tê de ragehandibûn ku ew rê nadin Yekîneyên Parastina Gel(YPG) derbasî navçeyên wan bibin, dan zanîn jî ku pêkanîna hêza wan karvedanekbû li ser binpêkirinên YPGê li navçeyên wan.

K24-Girê Spî

Cebheya Şoreşgerên Reqayê hêzên Eşîran, yên ku berî mehekê, li bajarokê Girê Spî hatibûn ragehandin, hilweşand.

Derbarê mijarê de Serkirdayetiya Cebheya Şoreşgerên Reqayê, daxuyaniyek belav kir, tê hatibû gotin: "Ji ber ku ti piştgirî û alîkaî ji Hêza Eşîran re nehatin şandin, ew bû bargiraniyek li ser milê me, lewma me biryara hilweşandina wê hêzê da."

Daxuyaniyê da zanîn ku Hêzên Eşîran proseya rizgarkirina bajarê Reqayê asteng dikirin, li gor biryara Cebheya Şoreşgerên Reqayê hemû çek û pêdiviyên leşkerî yên Hêzên Eşîran jî dê li cebheya navborî vegerin.