Şirnex: 6 welatiyan canê xwe ji dest dan

Cenazeyê 4 welatiyên ku di şer û pevçûnên duh de canê xwe ji dest dabûn, gehiştin nexweşxaneyê.

K24- Şirnex

Qedexeya hatin û çûnê li Silopî û Cizîrê derbasî roja 23yan bû, li her du navçeyan jî 6 welatiyan canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, li taxa Dicleyê ya Şirnexê îro polîsan gule berdan derdorê û di encamê de 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.

Herwiha li navçeya Sîlopiyê jî ku êrîş berdewam dikin 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê.

Ew cenaze jî yê welatiyên ku duh li taxa Karşiyakayê canê xwe ji dest dabûn in.

Parlamenterên HDPê yên ji bo agahî bigirin çûn nexweşxaneyê jî hatin astengkirin.