"Ji Tîrmeha borî ve 215 sivîl li Bakurê Kurdistanê hatine kuştin"

Yuksek got, ji meha tîrmehê ve 215 sivîl hatine kuştin û şêwazê kuştina 3 jinan ji bo yên dîtir jî mînak e.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek dibêje, ji meha tîrmehê ve li bakurê Kurdistanê 215 kesên sivîl hatine kuştin.

Yuksek, bo şermezarkirina bûyera 3 jinên ku li Silopiyê berî du rojan hatibûn kuştin, li pêş avahiya partiya xwe ya Diyarbekirê civîna çapemeniyê li dar xist.

Yuksek got, ji meha tîrmehê ve 215 sivîl hatine kuştin û şêwazê  kuştina 3 jinan ji bo yên dîtir jî mînak e.

Yuksek da zanîn, 3 jin dema birîndar bûne alîkarî xwestine lê polîsên ku çûne wê derê endamên Meclîsa Gel, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar kuştine.