Bakurê Kurdistanê: Kuştina 3 jinan hat şermezarkirin

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan got, dewletê nîşan da ku dikare çi bike, eger hemberî van kuştinan bêdengî wiha berdewam bike, dê sibê pir dereng be

K24-Navenda Nûçeyan

2 roj beriya niha, endama Meclîsa Gel ya Silopiyê Sêvê Demîr jî di nav de 3 jin li Silopiyê hatin kuştin.

Parlamentera Şirnexê Leyla  Bîrlîk got, ji bo birîndaran rakin nexweşxaneyê ji Wezareta Navxweyî alîkarî xwestine lê, polîs çûne wê derê û ew 3 jin kuştine.

Tevgera Jinên Azad ya Rihayê, kuştina 3 jinan bi çalakiyekê şermezar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan got, dewletê nîşan da ku dikare çi bike, eger hemberî van kuştinan bêdengî wiha berdewam bike, dê sibê pir dereng be.

Li Mêrsînê jî kuştina 3 jinan hat şermezarkirin. Her wiha, xwepêşandanan wêneyên 3 jinên ku 4 sal berê li Parîsê jî hatibûn kuştin hildan û diruşmên "Jin jiyan azadî" bilind kirin û hikûmeta AK Partiyê bi kuştina jinan tometbar kirin.