ENKSê nameyek ji NY re şandiye

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civîna xwe ya asayî de, bawerî da hemû komîte û endamên serokatiya encûmenê, herwiha karê ENKSê yê 6 mehan bi erênî binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civîna xwe ya asayî de, bawerî da hemû komîte û endamên serokatiya encûmenê, herwiha karê ENKSê yê 6 mehan bi erênî binav kir.

Di vê derbarê de Berpirsê Rêvebir yê Polîtbîroya PDKSê û endamê ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand ku, civîna ENKSê bi awayekî rêk û pêk di warê çalakî û siyasî de derbas bû, me jî tekezî li ser vejîneke xurt di warê çalakî, siyasî, dîblomasî û pêwendiyên Kurdistanî kir.

Îsmaîl diyar kir jî ku, wan name bo Emîndarê Giştî yê NY Ban Ki-Moon û Wezaretên Derve yên Amerîka, Fransa, Birîtanya û Siudiyê birê kirine û daxwaz kirine ku pirsa Kurd were ser maseya navdewletî ya guftûgoyan.

Herwiha Îsmaîl got: “Xala sereke yên wan nameyan ew e ku, doza Kurdî têkeve karnameya Komîteya Danûsandkar û rêz li taybetmendiya gelê Kurd wer girtin.”

Îsmaîl got jî, “Bê çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê, dê aramî û hêminî li Sûriyê çê nebe.”