Çalakiyên karmendên tendirûstiyê berdewam in

Li 3 Navçeyên Bakurê Kurdistanê qedexeya çûn hatinê didome û welatiyên ku li wan navçeyan dimînin, ji hemû mafên xwe bêpar in. Gelek caran bi rojan ceneze li erdê dimînin û nexweş nikarin bên derman kirin.

K24 - Diyarbekir

Li 3 Navçeyên Bakurê Kurdistanê qedexeya çûn hatinê didome û welatiyên ku li wan navçeyan dimînin, ji hemû mafên xwe bêpar in. Gelek caran bi rojan ceneze li erdê dimînin û nexweş nikarin bên derman kirin.

Însiyatifa Tendirûstîkaran ya Diayrbekirê jî 12 roj e ku li ber şaredariya Diyarbekirê çalakiyan dike û hewl dide ku xizmeta tendirûstiyê bibe naçeya Sûrê ku 36 roj e qedexe lê berdewam e.

Însiyatifa Tendirûstîkaran her yek ji wan beşekî daxuyaniyekê xwendin û daxwaza rakirina astengkirina mafên mirovan bi taybet jî mafê tendirûstiyê kirin. Tendirûstîkar 12 roje bi slogana li dijî şer aştî, li dijî kuştinan jiyandin xwepêşandan û çalakiyan dikin.

Doh jî bi daxwiyaniyekê diyar kirin ku li Bakurê Kurdistanê, destûra şer jî tê binpê kirin û li gor Peymana Cenevreyê jî divê xebatkarên tendirûstiyê neyên asteng kirin û kuştin. Li Cizîr û Silopî ya Navçeyên Şirnexê 2 karmendên tendirûstiyê dema ku xwestine birîndaran rakin bi guleyên nîşangiran hatibûn kuştin.

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê yên Tirk û şervanên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz de berdewam e û di van çend mehên dawî de ji herdu aliyan bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran welatiyên Kurd jî neçar bûne ku navçeyên xwe bicîh bihêlin û di nav welatê xwe de koçber bibin.