Lîwaya Reqayê tevlî Hêza Sûriyê ya Demokratîk bû

Berî niha li bajarokê Girê Spî Hêzên Eşîran hatibûn pêkanîn û li dijî Rêveberiya Xweser şer dikirin, lê ew hêz ji aliyê Cepheya Şoreşgerên Reqayê ve hat hilweşandin.

K24-Girê Spî

Lîwaya Şoreşgerên Reqayê ragihand ku ew di şerê dijî rejîma Sûriyê û DAIŞê pêdagir in û herwiha beşek in ji Hêza Sûriyê ya Demokratîk.

Derbarê mijarê de Lîwaya Şoreşgerên Reqayê li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Ti pirsgêrk di nebera me û Kurdan de nînin, em beşek in ji Hêza Sûriyê ya Demokratîk, herwiha em pêbendê şerê li dijî DAIŞê, Cephet El-Nûsra û rejîma Sûriyê ne."

Ji aliyeke din ve Hêza Sûriyê ya Demokratîk red kir ku hêza wan berî niha Lîwaya Şoreşgerên Reqayê bi serokatiya Ebû Îsa li gundê Eyn Îsa dorpêç kiribe.

Berî niha li bajarokê Girê Spî Hêzên Eşîran hatibûn pêkanîn û li dijî Rêveberiya Xweser şer dikirin, lê ew hêz ji aliyê Cepheya Şoreşgerên Reqayê ve hat hilweşandin.