SRK-Sê binçavkirina rojnamevanekî li Rojava şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê (SRK-S) radigehîne ku, nabe rojnamevan di dema gihandin û şopandina rastiyan de bên girtin û astengî li pêş wan bên danîn.

K24 – Hewlêr 

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê (SRK-S) radigehîne ku, nabe rojnamevan di dema gihandin û şopandina rastiyan de bên girtin û astengî li pêş wan bên danîn.

SRK-S îro di daxuyaneyekê de binçavkirina rojnamevan Gulal Liyanî ji aliyê Asayişa Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê ve şermezar kir û diyar kir ku “girtina kesên di warê rojnamegeriyê de kar dikin ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve, xizmeta prensîpên mafên mirovan nake û binpêkirineke ji belge û rêkeftinên parastina rojnamevanan re.”

Di 29 Mijdarê de, peyamnêrê kenala “Orient” Gulal Liyanî ji aliyê Asayişa bajarokê Rimêlanê ve hat binçavkirin, bêyî ku ti tuhmet jê re were araste bikin.

Malbata Liyanî jî berya çend rojan daxuyaniyek derbarê binçavkirina Gulal Liyanî de ji raya giştî re belav kirin û metisiya xwe derbarê çarenivîsa wî de nîşan dan. Herwiha dan zanîn ku, Liyanî demekê di zîndana “bitenê” de bû, niha ew veguhastine leşkegeheke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).